Kurdistaniyên hêja ,

Di rewşa niha de ku Rojhilata navîn bi tevahî û Dewlet/netewa Iranî bitaybetî gehvartineke berçav û dêrizbûna pêkhateyên xwe berçav dibîne .netewên nêv Îranê de jî ,Çi bi kiryar û çi bi wêjimansazî ketine çalakiyê û her yek li riwangeha xwe ve li wara pêşeroj,pantaya axê,samana sirûştî û xwezayî,pênaseya zanavî û çarçêveya systema desthilatdariya xwe li paş nemana Komara Îslamî diaxivin û gelek kes weka encam û geşepêdana bi vê wêjmanê li ser torên media civakî parve û belav dikin ,lê Mijarên wiha qet nayê vê wateyê ku hinek kes bi boneya derbas kirina wext û demên xwe di ser torên medya civakî di teşeya post û storyan de parve dikin belku ewan têdikoşin da di vî awayî  serraste li pantaya ax û tixûbên erdnigarî,Siyaseta Avê,Jîngeh û samana sirûştî weka amadekarî û lihevkirnên xwe ji siberojê de biaxivin ku serrast bi pêşeroja siyasiya me di Rojhilatê kurdistanê ve peyvende û xûya ye ku heke ew roja were û me nekarîbe di wextê guncav de hilsengandineke baş li ser helwestên wan de da be wî çaxî bêy gotin diyar e ku em ê rastî karesatan werin ku çareserkirina wan di wê demê de nepêkan e.

Îcar ,li ser vê esasê em weka platforma Rêga bi bêy ku bixwezin nakokî û cihawazbûna navbera netwan de zeqtir bikin, ji xwe re erk dizanin ku li rêveberên partiyên siyasî çend pirsan bipirsin b,Her çiqas ku ezmûna me ya jiyayî ron dike ku pirsiyar û rexne gelekî kêrhat jî nebûne ,bes dîsan jî em li ser erka xwe ya dîrokî pirsên xwe bi vî awayî arasteyî wan dikin 1-peyvendiya me kurdên Rojhilat bi Ecemên Azerî re bi sedema ku ewan di navendên biryadanê de ne û desthilat  bi destê wan de ye cihê gengeşe û pevçûnê ye ,Di rewşekî de ku ewan jî di erdngiariya îranê de di hêla zimanî û çandî de hest bi cihawazî û hilavartinê dikin lê bi sedema berçûna biryara wan di desthilatê de dest li ser samana sirûştî û xwezayî ya me de girtine weka mînak ,bi şêwazeke yekalî û dagirker pêwîstiya  pêşesazî û kiştûkala xwe bi ava Kurdistanê dabîn dikin,îcar siyaseta me bi Eceman re dive çawa be û em çawa bi wan re helsûkeftê bikin?

2-Bê gotin xûyaye di jimareke li bajarên kurdistanê de systema rêveberî û piroseya biryardanê di destê Eceman de ye

Helwesta partiyên siyasî yên kurdistanê çiye?

Pêşeroja vê pirsgirkê çawa dibînin û Ecemên ku divê di meşa aştî û lihevkirnê de BI me re danûstandinê bikin kî/kê ne?

3-Di  mijara kuştin û li sêdarexistina zarokên me, kuştin û birîndar kirina kolberên ser sînor û şehîdbûna jîngehparêzên Rojhilatê kurdistanê de rola herî mezin li ser mile karbidestên ecem ve ye ku weka mînak li dadgeha Ûrmiyê Tawana sêdarê ji lawên kurd re biryar didn li ser sînor defeat guleyê û di hêla aborî ve bi serdest kirina aboriyek nivîşkan û kolonal xizanî û girêbest bi vê re nehaydariyê geşe pê didin,Di vir de pirsiyar ev e ,Gelo helwesta berpirsên partiyên siyasiyên me li hember vê zextê wate kuştina rasterasta zarokên welat,sêdaredan û mirina jîngehparêzan çiye?  

4- di wêjmana giştî ya Ecemên Turk de beşek mezin li axa kurdistanê weka ax û erdnigariya Azerbaycanê pênase dibe;Gelo rêveberayetiya partiyên siyasî haya wan li vê metirsiyê heye ?

Gelo hûn dizanin li niha û pêş niha ve di piştivaniya rasterasta vê wêjimanê de gelek hestên faşîstên turkî li Kotolê heya Make weka axa Azerbaycanê pênase dikin?

Gelo helwesta rêveberên partiyên siyasî li ser van babetên tepeserker de weka mînak  sazkirina parêzgeha Azerbaycanê Xerbiyê Reza şashî û girêbestkirina çemê Mecîd xan û şamat bi Êdareya bajarê Miyanduavê, çi ye?

5-ev pirsane bi şêwazeke cudatir di başûrê rojhilatê kurdistanê de di cihê ku em bi netewa Lor re di peyvendiyê de ne jî arasteyî pirsiyarê ye ,Gelo rêveberayetiye partiyên siyasî di  vê wareyê de helwesteke wan bi boneya ronkirin û belgesaziya vê diyareyê û saz kirina komîsiyon û desteya karî  û pispor heye?

Her wek di despêkê de jî amaje pê hate kirinê em weka platforma Rêga bendewar in  ku rêveberayetiya partiyên siyasî bi girîngî bersiva yek bi yekê van pirsan bidin û bi boneya çareserkirina van pirsgirêkan pêş ku li pênava wan de karesatên mezin saz bibin bi hevxistina deseyên karî û komîsyonên taybet û pêkhatî li xelkên şareza û têgehîştî li wara her mijarî de ,erke xwe ya dîrokî pêk bînin ji ber ku ev mijarana serrast girêdayî bi man û nemana me di Rojhilatê kurdistanê de ye .

Platforma Rêga  2725/Tebax/14

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *